Min li fûara Amedê nivîskar A. Rahim Kılıç ne dît. Par wek kormoriyek li ser xwe bû û pêşwaziya xwînerên xwe dikir. Însanekî enerjiya wî gelek bilind û rûken bû. Min çav li derdorê gerand mixabin min nivîskar ne dît. Lê pirtûka wî ya ewil û bi zimanê xwe honandî li ser standa Lîsê bû û min kir nav tûrikê. Di rê de bi hîsek şidandî yeko yeko min risteyên nivîskar xwend. Çaxê çavên min di fûarê da bi polesan ket helbesta Mahmud Dervîş sınır bîra min, bi navê “qerta nasnameyê” bû. Ger li gor rewşa me risteyên wî biguherînin ew ê mebesta me bê cî:
Kayda geçir!/tomar bike
Ben bir Arap’ım/ez kurdekî me
Kimlik numaram elli bin/nimroya nasnameya min pencî milyon
Çocuklarım sekiz/zarokên min heşt
Dokuzuncusu yolda bu yaz sonunda/dawîya vê havîne ê nehan di rê daye
Kızıyor musun?/tu dixeyîdî?
Bi qasî xwendeyan nebe jî polêsên dewleta tirk jî ref bi ref û kom bi kom hatibûn şahiya pirtûkan. Di nav standên pirtûkan de cot cot digeriyan, car carna jî li ber standek disekiniyan û çavên xwe li ser bergên pirtûkan digerandin. Jixwe çend ro berê polêsan avêtibû ser standa Weşanxaneya Aramê. Pirtûkên ku bandrol wergirtibûn hatin desteserkirine.
Her tiştê me, wan dike nav tirseke mezin. Tiştê ku herî ditirsîn jî bêguman hişê ku bi gelê xwe ve hatiye girêdan. Mesken hiş jî bikarbûna ziman ferz dike. Ger zimanê te hebe pêşaroja te jî saxlem û xurt e. Her sal, hal û tevgirtina wan li hemberî keda kurdan konut e. Atmosfera şahiyê û eleqaya wî ya geşî di destpêkê de dixwazin qut bikin, kelecaniyê bişkênin. Çaxê ketim fûarê wext navroj bû. Weşanxaneya Nûbiharê di destpêkê de silav dide mêvanan. Standek çar alî, bi bergên pirtûkan mîhrîcaniyeke renga reng çav tije dikir. Wek her wext li pişt standa bi xebat û dilnizmiya xwe Silêman Çevîk ji mêvanê xwe re bi rûkenî xêrhatinê dikir.
Di labîrentên fûare de polês cot bi cot digeriyan. Fûar zêde qalabalîx nîn bû, stabîl bû. Konut derfet bo gerê û nivîskarên ku li benda xwendayên xwe bûn îmkanek hal û xatirên wan li ser linga pirsînê dida. Polêsek jin li ber standa weşanxaneyeke kurdî de bi awirên xwe yê tirş li ser bergan digerand. Ka ew ê çi bi dest bixistina. Tahminen ragirtina û bixwenda jiyana wê biguheriya lê ji bo xwendinê nîn bû awirên wê yên tirş û dijminî. Ma deriye rûyên tirş li ser memurên dewletê xwe dida xuya kirin? Li hin weşanxaneyên kurdan û nivîskarên wan gelek madên wan tirş bû. Bi qewlê Amediyan -nikarim li vir weynin ser ziman- lê ez dikarim gîrîzgehek wisa bikim, tu dibêjî qey li ser rûye wî ewk dibariya.
Li aliyê din pêncî saliya nivîskariya Berken Bereh bû. Ji bo pêncî saliya helbestkarê dilşewat û têkoşer Weşanxaneya Avestayê hemû berhemên wî bi navê Botanname weşandibû. Xebateke qiymetdayîn, silavek rêzî bû mesken xebata taybet. Û ji bo pirtûkxaneya kurdî jî pîroz be. Bi seyda Berken re li ser linga sohbetek kin û kurtasî me gerand, sohbetek ew ê neyê jibîrkirinê bû. Gotinên wî yê li ser xebatên kurdî motîvasyonê bilind dikir. Bo pêşaroja edebiyata kurdî, bi taybetî jî bo helbesta me bi hêvî û bawer bû. Û li ser rûyê wî keda salan û rûkenî dibariya, seat wî xweş û hêvidar im ku gelek berhemên din jî ew ê li ser pirtûkxaneya kurdî zêde bike. Jixwe konut du hefteyê hêviyên me yî serbestbûnê û li ser axa xwe azadbûn û jiyîn, îmkan û derfetên ku sedsal carek tê, xwe daye xuyakirin.
Rewşa me ji do çêtir e, wek edebiyata me û xwendayên kurdî ku her ku diçe hêjmarên wan zêde tabanın. Di fûara pirtûkan de dewlet çima polêsên cot bi cot wek gardiyanan başkasına? Ji Stenbolê heta Antalyayê ji vir fûarên Îzmîrê min tiştek wisa nedî. Nêzîkatiyek taybetî, di bingeha xwe de hebûna xwe li ser me didan der. Her û her konut leystîk tê gerandin. Lê wextê mesken leystîkên dijwar dawî bibe lê ew ê çi bimîne ji me û miletê me re. Madem ew cot bi cot di nav standan digeriyan min jî da pey stranbêj û muzîkjenên MAmuzîkê ku seyranek berfireh bi erbanê û klaman bi istikrar xurt olan da di nav fûarê de. Wek kurdên ku li Rojhilata Navîn bi istikrar xwe yê mafdar û heq olan didin.
Li gor xebatkarê DOZê Qesîm Etmanekî fûar îsal hinek sist dimeşe. Li gor salên din kêm kes xwe gihiştandine fûarê, hatina xwendevanan dor sedî 50 ketiye, lê dawiya hefteyan gelek qalabalîx û bi şahî domiye. Li gor saziyan jî elaqayê fûarê lisana wan xweş kiriye. Gelek nas, dost, hevalan me dî. Herkes baş û bi hêvî bû. Konut hîsa kelecaniyê meriv ji çavên wan dikaribû bixwenda. Kedkarên fûara karek baş û önemli derxistibûn meydanê. Bi piştgiriya saziyên Amedê jî mesken şahî bi coşî, kelecanî derbas dibû. Rewşa aboriyê di bin hikumeta AKPê de diyar e, pirtûk û weşangerî jî para xwe wergirtiye. Dîsa bi hemû kêmasiyên xwe her diçe pirtûkxaneya kurdî geş tabana, di her qadî de weşanxaneyên me berheman pêşkêşî xwendayên kurdî dikin. Hin berpirsyarên weşanxenayan û xwediyên wan çaxê dest bi xeberdanê dikin gazîn û şert û mercan yeko yeko wek ava ku di zozanan da diherike didin pey hevûdin. Mafdaran lê ew qas gazîn sıkıntıya şolî û sivik dike.
Wext roja piştgiriya weşanxaneyên kurdî ye, piştgiriya nivîskaran û kedkarên vî zimanî ye. Hem ji hêla aboriyê de hem jî bazara me ya qels hem jî gefxwarinên xêrnexwaz de diçe û tê. Xûlase têkoşînek çandî û xwebûn tê meşandin. Şerê ku li ser welat tê weşandin ne bi çar alî ve bi heştê û heft leystîkan wî ya tînin cî. Yek jê quncikek herî girîng û ked daxwaz dike qada çandî û zimanê ye. Em ê sebir bikin çimkî azadî û serbestbûn meseleyek dûr û dijwar e û gelekî jî dirêj e. Sebrê dixwaze xebatê ferz dike. Bi gazinan û trolan kar naçe serî. Ew ên ku ketine nav vê feqê bi xwe re yên din jî kaşdikin xwar ve…
A. Rahim wisa dibêje; “şev bi rojê, mirin bi jiyanê xwe diparêze”. Vêga miletê me li hemberî mirinê jiyanê dirust û ava dike. Diparêzin şervanên gel xwe hemû nirx û rumeta civatê. Helbesta wî ya yekem a kurmancî “Qesra Nifiran”ê çend sal berê pirtûkek wî ya hêja li ser diwarî pirtûkxaneya kurdî bi navê “ji bo fîlmek senaryo” bilind kir. Di kanalek herêmî de bernameyên çandî pêşkêş kir. Her tim xebatkarê çandê bû, çi helbestkar çi nivîskar çi lêkolîner û çi siyasetmedarên kurd be di bernameya xwe dê pêşwazî kir. Cîh û deng da wan.
Bi rastî ez li benda risteyên wisa zelal nîn bû bûm. Helbestên Kılıç ji kêl û pêran xwe parastiye. Helbestek çağdaş û bi risteyên xwe tesarufa peyvan jî kiriye. Bi hahoo peyvan nedaye pişta hevûdin. Bi selamet, pal daye. Helbesta me ya pêşarojê hêdî hêdî rengê diyar dike. Post-modernî di ser de jî helbestkarên kurd çi dixwazin û dixwazin bi çi awayî risteyên xwe deynên, atmosfera xwe bi şewaz û istikrar xwe diyar dikin.
Kılıç behsa çi dike di helbestên xwe da? Behsa meskenine dike, behsa hêviyê xwe dike, qala xwe û civata xwe dike. Dirêj nekiriye û her helbesta xwe di tehma xwe de dawî kiriye. Du helbestên wî yê riste kin lê dirêj henin. Di vê de Kılıç helbestkariya xwe dide nîşandinê. Haya wî ji helbestê heye, teoriya wî jî der heqê helbestê de gelek xurt e. Kılıç bi du zimanî dinivîse. Rêya wî jî û berhemen wî jî bila tim vekirî be. Û bi dawiya nivîse du risteyên wî em bixweynin:
Ji peykerekî dikeve ser çavên min xewna egîdekî
Çend peyvên kel û kût xwe diavêjin ser xencera te
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.